Serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî  ragihand  heger eskerên  Tirkîyeyê heta 48 seatan ji axên Iraqê paşva venekişe, ew çi ji destên wan bê ew ê bikin û heta ew ê serîlêdanê li Encumena Asayîşa Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî bikin.

Serokwezîr Abadî ji ser rûpelan xwe ya Facebookê di derbarê mijarê de peyameke weşand. Abadî di peyama ku weşand de destnîşan kir: “Hêzên Tirkiyê bê destûr û bê razîbûna Iraqê hatine nava axên Iraqê û ji vê yekê jî Hikûmeta Iraqê agahdar nekirine. Ji ber vê jî em vê gavê wek rêznegirtin ji serweriya Iraqê dibînin.”(ÎLKHA)