Duh li Rihayê semînereke bi navê ‘Di Kevneşopîya Îslamê de Mekan û Civat’ hat tertîpkirin. Di dawîya semînerê de hinek kesên ku beşdarî bernamê bûbûn ji şaredarîyê re bertek nîşan dan. Lewra li gor agahîyan komeke reqs û dîlanê ew ê li bajêr bernamê li dar bixin û şaredarî jî piştgirîyê dide wan.

Li gor agahîyan Şaredarîya Mezin a Rihayê, Şaredarîya Eyyubîye, Şaredarîya Karakopruyê û Odaya Bazirganîyê ya Rihayê piştgirîyê didin vê bernameya ku wê bê lidarxistin û logoyan wan jî di afîşên reklamê yên wê komê de jî hene. Lê belê şaredarîyên ku qala wan tê kirin îddîayan qebûl nekirin.

Guneş piştî semînera ku hat lidarxistin re diyar kir divê bernameyeke wiha li bajêra pêxemberan neyê kirin û axavtina wiha domand: “ Bi qasî ku min fêm kirîye divê cihê komên reqs û dîlanê li bajêrên pêxember û ewlîyayan tune be. Em dibêjin Qanûnî Sultan Sileyman reqsê ji Fransizan re qedexe kirîye; lê belê em dibînin ku ‘Agirên Nemrûdan’ bi destê ‘emîrên bajêr ‘ tê geşkirin. Ev tişt me gelekî zêde nerihet dike. Şaredarî dibêjin ku em piştgirîyê nadin vî tiştî, heger ev rast be çi îşê logoyên wan li ser afîşên wê komê hene?”

Çîftçî:”Me piştgirî neda wan lê belê me destûr da wan”

Ji ber bertekên ku hatine nîşan dan Serokê Şaredarîya Eyyubîyeyê Mehmet Ekîncî îddîa kir ku wan piştgirîyê nedane bernameyê û ew logoya wan jî bê xeberan wan hatîye bikaranîn.

Her wiha Serokê Şaredarîya Mezin ê Rihayê Nîhat Çîftçî di civîneke çapemenîyê de di derbarê vê mijarê de ji ber  ku pirs jê hat kirin destnîşan kir ew ji vê bernameya koma reqsê re nebûne sponsor lê belê wan tenê destûr dane wan. Çîftçî dema ku van tiştan anî ziman di derbarê mijarê de gotineke ecebtir got û diyarkir ew vê yekê ji bona asayîbûn ango normalbûna bajêr kirine.(ÎLKHA)