Li navçeya Sûra Amedê qedexeya derketina derve hêj berdewam dike û cih cih pevçûn û şerên tund pêk tên. Lê ji alîyê din vê zarokên Sûrê, qet ne pevçûn ne jî qedexeya derketina derve guhdar nekirin û lîstikên mîna goga lingan lîstin. Zarok bi vî awayî peyameke watedar didin her du terefan.

Her wek tê zanîn li navçeya Sûra Amedê ev bû 4 roj derketina derve hatîye qedexekirin û li taxên ku qedexe hatîye îlankirin pevçûnên tund pêk tên. Li navçê di pevçûnên ku duh derketin de polêsek jiyana xwe ji dest da û her wiha çûyîn û hatina wesayîtên bi zirx bênavbir berdewam dikin.

Li navçê her çiqas pevçûn pêk werin û kuştin çêbibin jî zarokên navçê li ber sîya sûran goga lingan dilîzin û ji terefên ku bi çekan wan dorpêç kirine re bi helwestên xwe peyameke girîng didin.

Zarokan:”Bila aşîtî çêbibe ne şer”

Her weke ku tê zanîn şemîya borî li navçê pevçûn derketibûn û di pevçûnan de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hatibû kuştin. Piştî pevçûnan li navçê derketina derve hatibû qedexekirin û dem dem pevçûnên tund li navçê pêk hatin. Li navçê her çi qas pevçûnên tund pêk werin jî zarokên navçê di bin sîya sûran de goga lingan lîstin û bi vê helwesta xwe zarokan peyameke girîng da her du terefan.

Ji zarokên navçê Abdullah Turan ê ku li ber sîya sûran goga lingan dilîst di derbarê mijarê de fikr û nêrînên xwe wiha anî ziman: “ Bila aşîtî were û şer jî bi dawî bibin. Bila êdî tu kes nemire. Em nikarin li vê derê bilîzin, nikarin biçin mektebê. Ne erebe heye ne jî dolmîş heye. Em li vê derê heps mane. Em nikarin biçin nexweşxanê.”

Ji zarokên navçê Azad Ezgî jî di derbarê rewşê de wiha axivî: “Şer, dengê pevçûn, bombe û çekan qet betal nabe. Zarok nikarin li vê derê bi rihetî lîstikên xwe bilîzin. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe. Di vî şerî de tu teref bi ser nakeve. Di vî şerî de yên ku winda dikin û yên ku zirarê dibînin zarok in.”

 “Di hedefa berikan de ji xelkê pêve kî ye?”

 Her wiha karkerekî ku ketibû derdê debara malbata xwe û nedixwest navê xwe aşkere bike di derbarê mijarê de wiha axivî: “Zarokên min dikin ji neza bimirin. Ne tu kes ne alîkarîya me dike ne jî tu kes me difikirî. Ew ê çawa û çi bibe? Kî ji bona çi şer dike? Kesên ku şer dikin nizanin ji bona çi şer dikin. Di hedefa berikan de ji xelkê pêve kî heye? Bombe di serê kî de dikevin?”(ÎLKHA)