Yetîm-Dera ku kar û barên xwe li Amedê pêk tîne goştên qurbanê yê ku xêrxwazekî bexşandibû li 50 malbetên sêwî re belav kir.

Yetîm-Dera ku di 2010an de hatibû avakirin. Ji wê roja avakirinê heta îro kar û barên xwe li herêmê bi rê ve dibe her meh alîkarîyê malbatên feqîr û sêwî dike. Her wiha tê zanîn ku Yetîm-Der di Îda Qurbanê ya sala 2015an de alîkarîyê bi hezaran malbatan kiribû.

Alîkarê Serokê Yetîm-Derê Sertaç Tekdal, di derbarê falîyetên ku hatine kirin de daxuyanîyeke kurt da. Tekdal, di daxuyanîyê de wiha diyar kir: “ Di nava salê de ji teref xêrxwazan ve erzaq û goştên cûr bi cûr tên bexşkirin. Em jî van erzaq û goştên ku tên bexşkirin li malbetên niyazmend û hewcedar re belav dikin. Di çarêoveya vê alîkarîyê  de zexîre û goştên ku ji teref xêrxwazekî ve hatibû bexşkirin me li 50 malbatên sêwî belav kir.”

Tekdal, ji xêrxwazan re sipasgozarî kir dûvre axavtina xwe wiha domand: “ Em dixwazin ku gelê me yên xêrxwaz van malbatên feqîr ên derdorên me bibînin û alikarîya wan bikin. Xwedê Teala, xêra xêrxwazan qebûl bike.”(ÎLKHA)