Gelê Êlihê destnîşan kir ji ber ku rê û peyarêyên navenda bajêr xerabin ew pirr mexdûr in. Ji ber vê yekê gazinan ji şaredarîyê kirin. Dema ku baran dibare rê dibin herî. Ev yek jî dibe sedema mexdûrbûna wan. Loma gel bi şiklekî hêrsbûyî ji şaredarîyê re bertek nîşan da.

Gel, diyar kir ku  di serî de xizmeta gihanî û di gelek waran de xizmet nabînin û her wiha dest nîşan kirin ku ew bendewarîya xizmetê ne lê qet xizmetê ji bona wan nayê kirin.

Xelk, diyar kir ji ber ku di rê de gelek çal vebûne dema ku ew dimeşin zehmetî dikêşin û dema ku baran dibare rê ji ber herîyê dibin wek zevî. Ji ber vê yekê gel, bang li şaredarîyê kir da ku were peywira xwe bi cî bîne.

Gel, destnîşan kir ku ew ji şaredarîyê qet xizmet nabînin. Her wiha gund jî pêşve diçin lê bajarek wek Batmanê roj bi roj li paş de dimîne.

“Şaredarîya Êlihê tenê xera dike”

Ji esnafên Taxa Yenî Mahalleyê Veysî Olgun wiha axivî: “Dikanên me li derekî pirr xerab de ne. Wesayîtên me çûn-hatin nakin. Em nikarin karên xwe pêk bînin. Em dixwazin ku şaredarî rêyên ku xera kirine ji nû ve saz bike. Şaredarî, bes wêran dike. Tu tişt jî destê wê nayê. Em li vir esnafin. Ji ber ku ev der pirr qirêj e barkêş nayên karên me nakin. Kiryar nayên tu tişt nastînin. Nêzê 5 meh berê şaredarî hat van rêyan xera kir lê ji nû ve saz nekir. Me bi derfetên xwe moloz avêtin vir.”

“Qey em ê hertim di vê rewşê de bimînin ”

Ji niştecîyên Êlihê Felek Baran destnîşan kir ku li bajarek wek Batmanê jiyana gund dijîn. Dûvre Baran wiha pêde çû: “Rewşa vir gelek lewitîye. Zarokên me nikarin derkevin derve. Em şerpeze bûne. Her alîyên me di nav qirêjahîyê de maye. Dê çareserî ji vê yekê re neyê dîtin? Qey em dê hertim bimînin di vî rewşê de? Ne rojek e ne jî heftîyek. Ji îro paş ve her roj herîye. Heke dê ji nû ve nehata saz kirin şaredarî çima vê yekê kir? Her derê xerab kirine. Nexwe bila bizanin ji nû ve jî saz bikin.”

“ Tu kes xwedî li me dernakeve”

Ji niştecîyan Suleyman Onur jî diyar kir ku ji bo çareserîya pirsgirêkan çend caran serîlêdan kirine lê tu çareserî nehat dîtin. Onur wiha axavtina xwe domand: “Demeke dirêj e ku vê rêyê xerab kirine lê ji nû ve saz nakin. Em nikarin bi wesayîtên xwe ve bikevin nav kolana xwe. Dema ku nexweşên me çêdibin em şerpeze dibin. Em nikarin bang li ambulansê jî bikin. Ji me re dibêjin ‘Rê xerabin , em nikarin werin.’ Em nexweşên xwe heta serê kûçeyê bi piştên xwe dibin. Daxwazîya me ji şaredarîyê ewe ku bila rêyên Êlihê ji nû  ve saz bikin. Bila rêyên me werin saz kirin da ku xelk û rêvebir jî rihet bibin. Tu kes xwedî li me dernakeve. Em nizanin dê ku derd û kulen xwe ji kî re bibêjin.

“Bila şaredarî ji vê yekê re çareserî bibîne”

Ji welatîyan Îbrahîm Çalp jî wiha axivî: “Hûn rewşa vir dibînin. Her der qirêjayî û herîye. Ez xizmetdarê mizgeftê me. Ez rojê vê derê 20 caran paqij dikim. Ez hertim dimalim û dimalijim lê dîsa herîye. Bila şaredarî ji vê yekê re çareserî bibîne. Me ji mixtar û şaredarîyê re got. Hinekî xîçik rijandin lê ev xîçik kêrî tu tiştî nayê. Em bes dixwazin ku rêya me ji nû ve were saz kirin.”(ÎLKHA)