Kardeş Dera Erxenîyê ya ku endamê Platforma Alîkarîyê ya Kerwana Ûmudê ye li navenda navçê ji 26 malbatên ku di nav wan de malbatên Sûriyeyî jî hebûn re alîkarîya erzaqê kir.

Rayedarê Kardeş Derê Mustafa Oz di derbarê hewcetîyên kesên jar û feqîr de destnîşan kir ji ber ku demsala zivistanê hatîye sir û seqem heye û ev jî zehmetîyê dide kesên feqîr û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku kesên jar û feqîr hebin em nikarin birehetî di cihê xwe de rûnin. Li gor dînê me divê em alîkarîya kesên hewcedar û feqîr bikin. Nexasim kesên ku ji derveyî welêt hatine van deran ango ji malbatên Sûriyeyî re kirina alîkarîyê pêwîst e û divê em alîkarîya wan bikin.”

Oz di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir ku di wan mehên pêş de ew ê alîkarîyên wan berdewam bikin.(ÎLKHA)