Pîreka pîr a ku li taxa Xirbêsîtila ku ji Çinarê 40 km dûr e dijî her roj ji bona ku  heywanên xwe xwedî bike   ji bi kîlometreyan dûrayî giya dikşîne.

Sabrîya Sakinciya(50) ku li Xirbêsîtila Çinarê dijî ji bona heywanên xwe xwedî bike her roj giyayên ku biharî zûwa kiribûn ji  bi kîlometreyan dûrayî hildide ser milên xwe û ji heywanên xwe re tîne.Sakinci bi vî awayî hewl dide da ku debara mala xwe bike û li zarokên xwe xwedî derkeve.

Sabrîye Sakinciya ku bi ezm û cehda xwe ji ciwanan re dibe mînak di derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez wan giyayên ku di fesla biharê de hatibûn çinîn û  berhevkirin ji nehrê wir ve li ser milên xwe dikim û hewl didim da ji bona heywanên xwedî bikim. Bi vî awayî ez wan heywanên xwe xwedî dikim û ez hewl didim da ku ez debara mala xwe bikm.”

Sakinci ji rewş û halê xwe re şikir kir û axavtina xwe wiha domand: “Ji ber ku ez pîr bûme ev kar ji min re zor zehmet tê, lê belê ji bona ku em karibin debara xwe bikin ez mecbur im digel zarok û mêrê xwe vê xebatê bikim.”

Ezm û cehda xebatê  ya Xaltîya Sabrîye ji bona ciwanên rojamê di nava xwe de gelek ders û îbretan dihewîne.(ÎLKHA)