Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê ji teref Qeymeqamtîya Nisêbînê ve ji seat 07.00an vir ve li Taxên Firat, Dîcle, Abdulkadîrpaşa û Yenîşerhîrê derketina derve hat qedexekirin.

Di derbarê mijarê de ji teref Qeymeqamtîya Nisêbînê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de wiha hat ragihandin: “Li Nisêbîna me ji ber ku bûyerên terorê zêde bûne û ji bona ku ewlehîya can û mal a xelkê were temînkirin li Taxên Firat, Dîcle, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê  di seat 07.00an de  derketina derve hat qedexekirin.”(ÎLKHA)