Serokê Giştî yê ÎTTÎHAD’UL ULEMAyê Enver Kiliçarslan ji bo zîyaretê çû Wanê. Li wir di derbarê tûndîya ku li pîrekan  tên kirin, pîrozkirina sersalê, lotoyaneteweyî û helwestên Rojavayê yên dijberê misilmanan de axivî. Kiliçarslan, destnîşan kir ku bi teybet  HDP/PKK di bergeha ‘Tûndîya ku li jinan tên kirin’ de heqaret li qudsîyetên mislimanan dike.

Kiliçarslan, bûyerên ku di van wextên dawî de diqewimin bi teybet bûyerên ku li herêma me û  erdnigarîya Îslamê diqewimin nirxand.
“Mafên mêran li ser jinan, mafên jinan jî li ser mêran hene”

Kiliçarslan di derbarê mafên jin û mêran de zanyarî da û di derbarê jinên ku bêîtaetîya ji mêrê xwe dike û bi zilamên biyanî re diaxive de nirxandinan kir û dûvre axavtina xwe wiha domand: “Pêxemberê Îslamê (rxl) wiha ferman dike; ‘Ji behîştê re meqama herî nêzik meqama min e û exlaqê herî pir yê ez jê hez dikim exlaqê xweş e.’” Exlaqê xweş ewil li mal dest pê dike. Exlaqê herî xweş ewe ku jin û mêr ji hev re dilovan bibin. Zexîre û sitirandina jinê aydê mêrê ye. Li gel vê yekê pêwîst e ku jin jî xeynî mêrê xwe bi tu kesî re dostî û hevdîtin neke. Heke dema jinek bimire mêrê wê jê razî bibe Xwedê Teala jî jê razî dibe û jin diçe cinetê. Lê heke jin bê ar û bê edeb bibe û bi zilamên biyanî re semîmî bibe pêwîst e ku mirov berê şîretê lê bike. Heke dev jê bernede wê tenê bihêle. Heke dîsa jî isleh nebe bi şiklekê sivik lê bixe.”

“Di bawerîya kurdan de rûmet û şeref heye”

Kiliçarslan diyar kir ku di van çend salên dawî de PKK/HDP li ser navê mafên jinan êrîşî rûmet û şerefê dike û axavtina xwe wiha domand: “HDP/PKK her wiha wek ‘ Jin namûsa tu kesî nîne’ fikr û ramanên Komonîzm û Sosyalîzmê ji xwe re mînak hildidin. Xelkên kurd jî bi şeref û namûsên xwe tên nas kirin. Heke kesek ji yekî re bibêje ‘Jina te namûsa te nîne ew kes dê an zirarê bide xwe an jî bide wî kesê ku vê yekê gotîye. Ji xwe peyva namûsê ji bo dayîk, bira, xuşk û ji bo qîza mirov  tê bikaranîn. Resûlê Xweda(rxl) wiha ferman dike: “3 kom însan hene ku nakevin cinetê. Ev kes şerxoş, kesê ku di derbarê nixumandina cil û bergan de jinê ji xwe re mînak hildide û kesê ku deyûs e.’ Deyûs ew kese ku ji dê,jin û xuşka xwe hesûdiyê nake. Niha jî hinek kes qîr dikin dibêjin ‘Ji jinêre tûndî’.  Armanca wan ewe ku heya û edebe ji holê rakin. Gotina ‘Ji jinêre tûndî’ ji derew e. Çawa ku ev yek ji îslamîyetê re çewte bi heman şiklê ji me gelê kurd re jî çewt e. Namus, ji bo kurdan miqedeseta herî girîng e.”


“Armanca wan ew e ku xelkê kurd ji îslamîyetê dûr bikin, ne ewe ku tûndîya ku li jinê tê kirin kêm bikin”

Kiliçarslan di derbarê kesên ku ji xwe re parastina jinan xistine armanc de wiha axivî: “Alimên Îslamê dibêjin heya xweş e lê heke jin bi haya bibe xweştir e.’ Dîsa alimên îslamê dest nîşan dikin ku bê ‘arî tiştek çewt e. Lê dema ku jin bê ‘ar bibe ev çewtir e. Ev yek bêguman e ku bê ‘arî bê edebîye. Pêxemberê me wiha dibêje: “ Fitneya ku ez herî zehf jê ditirsim fitneya jinê ye! Jinên tazî dê di ûmeta min de peyda bibin. Hûn gor wan neçin. Hûn wek wan nebin. Lewra ji wan re ji teref Xwedê Teala ve nifrîn û lanet hatîye kirin.” Em îro li Yahûdî, Xirîstyan, Kemalîst û Komînîstan binêrin ew dixwazin ku pîrek tazî û vekirî bibin. Armanca wan ewe jinan îfsad bikin û me mislimanan ji îslamîyetê dûr bixin.”
 

“Bi ceribandinê hatîye zanîn ku feydeya  pereya lotoya neteweyî ji kesî re tûne”

Kiliçarslan ji ber ku sersal nêzik dibe ji bo ku bilêta lotoya neteweyî nestînin hişyarî da gel û wiha pêde çû: “Xwedê Teala xumarê qedexe kirîye. Xumar, serî heta binî qezenca bêheqîye. Putperstî, xûmar û eraq ‘emelên şeytan in. Di sersalê de perê ku ji însanan tê berhev kirin ji bo vê yekê ye ku însanan hînî xumarê bikin. Sersal, ceşna Xirîstyanan e. Xirîstîyan vê rojê wek hatina dinyayê yê Hz Îsa (as) pîroz dikin. Lê tu eleqa Hz Îsa (as), bi vê yekê re tûne. Resûlê Xweda (as) di hedîsekî xwe de wiha ferman dike: “Kesa/ê ku loqma heram bixwe 40 roj emelê wî  qebûl nabe.” 
 

“Li Sûrî siwîl tên qetilkirin lê YN (BM) dengê xwe dernaxe”

Kiliçarslan wiha destnîşan kir: “ Li Sûrî siwîl tên qetil kirin, gel koç dikin lê dengê YNyê dernakeve. Lê li Fransayê çend kes hatin kuştin dinya rabû pîya.  Ev yek ne edalete.”

Kiliçarslan, wiha dawî li axavtina xwe anî: “YN di derbarê hiqûqê însanan de diaxive. Li Sûrî ciwan, pîr, jin û zarok nabêje qetil dike. Lê YN dengê xwe dernaxe. Hêvîya  edaletê ji Xirîstîyan, Yahûdî, Komînîst û Kemalîstan çewt e. Welatên ku girêdayîyê YNyê ne bi şiklekî zanîn wan botên ku mihacir li serê wan dibin diteqînin da ku mihacir bixeniqin.”(ÎLKHA)