Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê berî niha ji bona ku hendekên ku hatine vedan werin girtin û ji bona ku barîkat werin rakirin û ji bona ewlehî were sazkirin qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Lê belê her çi qas derketina derve hatibe qedexekirin jî hêj hendekên ku hatine vedan û barîkatên ku hatine înşakirin weke xwe ne. Xelkê navçê ji ber van tiştên ku pêk tên diltirs û dilnerehet in.Tê diyarkirin di hendekên ku hatine vedan û di barîkatên ku hatine înşakirin de bi tonan teqemenî hene.

 “Armanca vê şerê pevşêwrî bezar kirina xelkê ye”

Navçeya ku lê pevçûnên tund pêk tên bûye wêrane û xelkê ku di naveyna du agiran de maye jî mecbur dimîne ku navçê terk bikin. Malbatên ku ji navçê koç dikin xwestin ku dîmen werin girtin û îddîayên balkêş anîn ziman û destnîşan kirin ku li navçê şerê pevşêwrî heye û aramanca vî şerî aciz û bezar kirina xelkê ye.

 “Ji bona ku xendek werin girtin tu tişt nayê kirin”

Dikandarên ku ji pevçûnan  herî zêde zirar dîtibûn destnîşan kirin ew nikarin deynên xwe bidin û di derbarê mijarê de wiha axivîn: “Êdî bes e. Dewlet ji bona ku xendek werin girtin tu gavên pêwîst neavêje. Xelk her tim eziyet kişand. Divê demildest ev pirsgirêk ji holê werin rakirin. Xelk hizûr û aramîyê dixwazê.Em dibe êdî bes e. Êdî dikandar bezar bûne. Em hêvî dikin ev bûyer berî kêlîkê bi dawî bibin. Xwedê  Teala zaliman qehr û perîşan bike. Her kî ji van bûyeran re dibe sedem û her kî zilmê li vî xelkî dike Xwedê Teala wî qehr û perîşan bike.”

 “Zarok ji tirsan newêrin razin”

Dîlaver Aydin di derbarê bûyerên ku li navçê qewimînê de destnîşan kir ji ber  teqînên ku li ber mala wî pêk tên mal û dikana wî zirar dîtîne û wiha pêde çû: “Em di 2yemîn roja qedexe ya derketina derve de li malê bûn.Camên me  hemû şkestin û dikana me zirar dît. Êdî zarok  ji dengên çek û teqînanan newêrin razin. Dev ji zarokan qerin êdî psîkolojîya me ji tirsa xera bû.Min zarokên xwe şandin dereke din.”

 “Ji ber ku ji bûyeran re deng nehat derxistin bûyer ev qas mezin bûn”

Arîkara Serokê Navçeya Nisêbînê yê HUDA PARê Seyfettîn Agirman di derbarê mijarê de destnîşan kir xelkê navçê di navbera du agiran de maye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî vê çend mehan xendek hatin vedan û barîkat  hatin danîn. Bi vî awayî xelk dest bi kişandina zehmetê kir. Her wiha wesayît û ambûlans nikaribûn bikevin nava kolanan û ji ber vê yekê zehmetî hatin kişandin. Ev pirsgirêk hat asteke wiha ku êdî birînên rê, pevçûn û kontrolên nasnameyan dest pê kirin. Ji ber ku ji wan bûyerên ku hê nû dest pê kirin re çav hat girtin bûyer û  alozî gihaşte vê astê.”

 “Divê xelk ji vê şerê qirêj re neyê qurban kirin”

Agirman axavtina xwe ya di derbarê mijarê de wiha domand: “Şer li cihên jiyanê nikarin  bên kirin. Tê zanîn heger li cihên jiyanê şer dest pê bikin ew ê xelk ji vê, zirarê bibîne. Divê him dewlet û him jî rêxistin di vî warî de wezîfeya xwe bi cî bîne û vî xelkî ji vî şerî qirêj re nekê qurban. Xelkê me ev bû çendîn sal ku êş û eleman dikşînin. Em naxwazin nifşên nû van tiştan bijîn.”

Her wiha li navçê hat dîtin ku camî bûne hedefa berikan û ji teref kesên PKKyîyan ve li devê derîyê Camîya Seyîdan teqemenî hatîye teqandin û ji ber vê teqandine camî zirar dîtîye.(ÎLKHA)