Serokê Komeleya Parastina Nirxên Diyarbekirê Recep Îdîkut   di derbarê pevçûnên ku li bajêr diqewin de destnîşan kir bûyerên  ku li bajêr rû dane manewîyata bajêr texrîb dikin û di van bûyeran de îslam tê hedef standin.

“Armanca pevçûnan texrîbkirina nirxên dînî yên xelkê heremê ye”

Îdîkut di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir pêxemberên mîna Elyas û Zulkuf jî li Diyarbekirê dijîn û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Artêşa Fethê ya ku di sala 639an de bi fermanê Hz. Omer  hate Diyarbekirê  bi sedan sahabî li vir hiştin.Ji ber vê yekê ev bajêr bajarekî kevnar û mubarek e.Li navçeya Sûrê gelek makberên sahabîyan hene ku hinek ji wan bi pêxemberê me re tevlî herba Bedr û Uhudê bûne, di medreseya wî de perwerdehî dîtîne û bûne ehlê Suffayê.”

Îdîkut di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di pevçûnan de mînareyên dîrokî hatin  hedef standin û di dawîya axavtina xwe de wiha bang li STK û rayedaran kir: “Divê di vê mijarê de em hesastir bin û divê em li memleketê xwe xwedî derkevin.”(ÎLKHA)