Li navçeya Sûra Amedê ji ber ku PKKyîyan ji nû ve berîqatan danîn 3 roj e ku qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Li taxên Fatîh Paşa, Hasirli, Savaş û Dabanogluyê  ji ber ku şer didome xelkê Sûrê nekarî di Mizgeftên Mezin, Nebî û Mînareya Çar Ling (Mizgefta Şêx Muteher) nimêja îne bike.

Gor agahîyên hatien bidestxistin di navçeyê de  tenê di Mizgefta Kaşikbûdakê de nimêja înê hat edakirin. Mizgefta ku di Taxa Dabanogluyê de ye ji ber ku xendek hatine vedan gel bi zehmetî çû mizgeftê.

Berêya qedexeya derketina derve bi telîmata Miftîtîyê Sûrê ve ji ber ewlehîyê di mizgeftên Kurşunlu, Haci Hamît, Hocaoglu û Hasirliyê de ev 4 heftêye ku nimêja înê nayê kirin.

Hat dîtin gel ji bo nimêja înê xwestin ku biçin mizgeftên din lê vegerîyan malên xwe.(ÎLKHA)