Li navçeya Liceyê li 9 taxan û li navçeya  Hazroyê  li 3 taxan ji seat 06.00an vir ve  derketina derve hat qedexekirin. Di derbarê mijarê de daxuyanî hat dayîn.Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat diyarkirin heta daxuyanîyeke din derketina derve hatîye qedexekirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hat dayîn de di derberê mijarê de wiha hat diyarkirin: “Li navçeyên Hazro û Liceyê li dijî rêxistinê terorê opersyon bên kirin. Ji ber ku wê opersyon bên kirin  ji bona ewlehîya xelkê ya can û mal li Taxên Çîtlîbahçe, Ormankaya û Guzdamiya Hazroyê û li Taxên Kabakaya, Yalaza, Dolunay , Ortaç, Baglan, Çavundur, Varlık, Esenlî û Çanaka Liceyê derketine derve heta daxuyanîyeke din hatîye qedexekirin.”(ÎLKHA)