Serokê Karûbarê Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez, nimêja cinazê zarokên ku li Qulpa navçeya Diyarbekirê di şewata qursa Qur'anê de jiyana xwe ji dest dabûn da kirin. Gormez piştî edakirina nimêjê beyanata û îfade kir ku êdî naxwazin li bajaran xwîn û barûtê bibînin.

Serokê Karûbarê Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez nimêja cinazê zarokên ku li Qulpa navçeya Diyarbekirê di şewata qursa Qur'anê de miribûn da kirin.

Cinazê 5 xwendekarên ku li taxa Benîna Qulpê di şewata qursa Qur'anê de miribûn piştî otopsiyê anîn mizgefta Zanîngeha Dîcleyê.

Prof. Dr. Mehmet Gormez ji bo xwendekaran yek bi yek nimêja cinazeyê da kirin. Gormez piştî nimêjê axaftinek kir.

Gormez got ku Xwedê sebrê bide malbatên wan û wiha axivî: "Tekane teseliya me ew e ku ev ciwan di rêya ilmê de şehîd bûn. Pêxemberê me dibêje ku 'rêya kesên ilmê rêya cennetê ye'. Xwedê rêya wan bike rêya cennetê, sebrê bide dê û bavên wan û metanetê ihsanî wan bike."

Gormez got ku Diyarbekir bajarekî xweş û qedîm e û wiha dewam kir: "Bila tu kes hewl nede û guleyan berî vî bajarê xweş û qedîm nede. Ev bajar bajarê sahabe û pêxemberan e. Bila li vî bajarî bi tenê aştî, biratî, bêhnên xweş û kulîlkan bê. Bila bêhna xwîn û barudê neyê. Min gavek berê ji bav û dayikên wan re jî got. Mixabin hin ciwanên ku destê wan qelemê bigre çûn serê çiya û birayên xwe qetil kirin. Him dinyaya xwe û him jî axireta xwe xirab kirin. Lê ev zarokên me beyî ku xirabiyê bikin, di qursa Qur'anê de Qur'an xwendin û difikirîn ku jiyana xwe li rêya ilmê de xerc bikin. Lê Xwedê wiha teqdîr kir û ew hildan. Xwedê rehma xwe li wan bike û car din êşên wiha neke para me."

Piştî axafinê cinazê Suat Çankaya, Serhat Sancar û Şahîn Kahraman şandin taxa Benîna navçeya Qulpê ku li wir bên definkirin.

Cinazê Sebahattîn Altun birin gundê Balogluya navçeya Qulpê.

Cinazê Mehmet Bîngol jî birin goristana Yenîkoyê ya Diyarbekirê. (ÎLKHA)