Walîtîya Mêrdîn, piştî rakirina qedexeya derketina derve derbarê operasyonên ku li navçeya Dêrikê hatine rast kirin de daxuyanî da.

Di daxuyanîyê de hat eşkere kirin; di navbera 27ê Mijdarê û 03yê Kanûnê de polês û cendermeyan bi hevkarî li navçeya Dêrikê operasyon rast kirine. Di operasyonan de 15 PKKyî hatine kuştin û 2 PKKyî jî bi saxî hatine zevt kirin.

Li gor daxuyanîya Walîtîya Mêrdîn, 8 heb berîqet hatine rakirin, 2 hendek hatine xetimandin û 7 heb dafikên ku tê de bombe hatine bi cîh kirin hatine îmha kirin.

Di berdewamîya daxuyanîyê de jîhat destnîşankirin; di êrîşan de eskerekî jiyana xwe ji dest da ye, 3 polêsên Tevgera Taybet sivik û leşkerek jî giran birîndar bûye û weha hat îfadekirin: “Di operasyonên ku hatine rast kirin de malzemeyên aîdê mensûbên PKK/KCKyê ên wek 27 heb divingên seydê, 6 tene muhîmatê roketavêjê, 2 tene keleşkof, 3 şarjorên tije û 100 tene bêrîkên keleşê, 656 tene guleyên qanasê, debanceyek hişkeber, 5 aded lûleyên cuda ên debanceyan, gelek malzemeyên tibbî û sihhetê, qabloyên ku ji bo dafikên bombeyan de bikarbîinin, pîl, band û wk. Gelek malzemey hatine bi dest xistin.” (ÎLKHA)