Li Bedlîsê, doh di saetên êvarê de barîna berfê bandora xwe zêde kir. Ji ber vê yekê rêya 294 gundan ji çûnehatê re hat girtin.

Di der her heqê barina berfê de ji teref walîtîya Bedlîsê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîyê de hat destnîşan kirin ku ji ber barîna berfê di gelemperê bajêr de rêya 294 gundan hatiye girtin û rêya 45 gundan jî hat vekirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di gundan de ji bo afetên sirûştî û nexweşan ekîbên wan amade ne. Her wiha ji bo ku rêyên gundan ên girtî werin vekirin jî ekîbên Îdareya Teybet a Wîlayetê dest bi xebatan kirine. (İLKHA)