Cenazeyê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê ku duh di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû piştî merasîma cenaze ya ku hat lidarxistin hat definkirin.
Di merasîmê cenazeyê Tahir Elçî de hevjîna wî Turkan Elçî, birayî wî Ahmet Elçî û Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî axaftinek kirin.
Piştî axavtinan cenazeya Elçî birin Goristina Yenîkoyê û wî spartin axê.
Ji bona Tahîr Elçî wê cihê şînê li Sumer Parkê bê vekirin.(ÎLKHA)