Piştî ku Tirkîye li sînorê Sûrî  balafira Ûris daxist re Tirkîye ji NATOyê daxwazîya civînê kir. NATOya ku teleba Tirkîyê nirxand,  qerara civînê da. NATO ji ber daxwaza Tirkîyeyê wê  li gor seata Tirkîyeyê di saet 18.00an de derîasayî bicive.

Berdevkê NATOyê di derbarê mijarê de daxuyanî da. Berdevkê NATOyê destnîşan kir ku ew, geşedanên ku diqewimin ji nêz ve dişopînin û ew bi rêvebirên Tirkîyê re di têkilîyê de ne.(ÎLKHA)