Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji nûv re peywira avakirina hikûmetê da Serokê Giştî yê AK Partîyê Ahmed Davutoglu.
Serokomar Erdogan, Ahmet Davutoglu li Kullîyeya Serokomarîyê qebûl kir û peywira avakirina hikûmeta 64emîn daye.
Piştî hevdîtinê ji teref Serokomarîyê ve daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn. Di daxuyanîyê de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Serokomarê me îro peywira avakirina hikûmeta 64emîn da Serokê Giştî yê AK Partîyê Ahmet Davutoglu.”(ÎLKHA)