Ji bo ku parlementerên dewra 26emîn werin diyar kirin 54 milyon 49 hezar 940 hilbijêr  di 175 hezar û 6 sandûqan de rayên xwe wê bi kar bînin. Raydan, li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilat  di saet 07.00an de dest pê kir. Ji bo hilbijêrên Rojava, hilbijartin di saet 08.00an de wê dest pê bikê.

Muemeleya raydanê li Adiyaman, Agirî, Artvîn, Çewlîg,Bedlîs,Amed, Elezîz, Erzîncan, Erzirûm, Enteb, Gîresun, Gumuşhane, Hekkarî, Qars, Meletî, Kahramanmaraş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rîze, Sêrt, Sîwas Trabzon, Dersîm, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Ardahan, Ixdır û li Kilîsê di nabeyna saet 07.00-16.00an de û li bajarên Rojava  jî di navbera seat 08.00-17.00an de wê  were kirin. (ÎLKHA)