Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin ji 32 kesên ku di opersasyonan de hatibûn binçavkirin 21 kes sewqi dadgehê kirin; 11 kes jî piştî standina îfadeyê ji mûdûrtîya ewlehîye hatin serbestberdan.
Ji 21 kesên ku sewqî mehkemê hatibûn kirin 5 kes bi sûca ‘Endamtîya rêxistina çekdarî’ hatin tewqîfkirin û tevde 16 kes jî hatin serbestberdan. 7 kesên ku hatin girtin wan birin Girtîgeha Girtî ya Tîpê E ya Mêrdînê.
Ekîbên polêsan ên ku girêdaye Midûrtîya Ewlehîyê ya Bajêrê Mêrdînê ne di 28 û 29ê cotmehê de operasyon kiribûn û di operasyonan de 32 kes bi îddîaya ‘Sabote kirina hilbijartinê, endambûna rêxistina terorê û kirina çalakîyên xeyrî qanûnî’ hatibûn binçavkirin.(ÎLKHA)