Li Taxa Ataturka navçeya Xelîlîya Rihayê  2 kesên Sûrî yên ku rojnamegerî dikirin di mala ku lê dijîn de bi şiklekî serjêkirî hatin dîtin.

Li gor agahîyên ku  hatine bidestxistin 2 rojnamegerên bi navê Îbrahîm Abdulkadir û Firas Hammadî yên ku  li navçê  rojnameya Ayn Vatan çap dikirin ji teref xizmên wan ve di mala ku lê dijîn de bi şiklekî serjêkirî hatin dîtin.

Piştî ku bûyer hat hînbûn gelek polês hatin cihê bûyerê. Her wiha dozger jî li cihê bûyerê di derheqê bûyerê de lêkolîn kir.Cenazeyên rojnamegerên Sûrî, piştî vekolînan ji teref Şaredarîya Mezin a  Rihayê ve hatin rakirin.

 Hat ragihandin Îbrahîm  Abdulkadir û Firas Hammadî di rojnemaya Ayn Vatana ku li navçê dihat çapkirin de dixebitîn.

Hat diyarkirin her du rojnamegerên ku hatine kuştin li nifûsa Rakkaya Sûrî qeydkirîne.

Di derbarê bûyerê de  tehqîqeteke berfireh hat destpêkirin û her wiha 7 kesên Sûrî ji bona dayîna îfadê birin ewlehîyê.(ÎLKHA)