Ji ber ku PKKyî di van rojên dawî de êrîşî nexweşxaneyan û li malên doxtoran kirin, doxtorên pispor navçeyê terk kirin.
Hat ragihandin ku li navçeya Şemdînliyê di 3 mehên dawî de 8 tixtor îstîfa kirine. Niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Şemdînlîyê 1 tixtorekî pispor heye ku ew jî Colemêrgî ye. Çend roj berê di nexweşxaneya ku 9 tixtorên pispor û 50 pratîsyen, hemşî, hemşire û peywirên anestezî xizmet dikirin de piştî êrîşên PKKyîyan 8 tixtor îstîfa kirin û vegerîyan welatên xwe. Perestara ku li nexweşxanê xizmet dike ya bi navê Fîdan Demîr, di derbarê bûyeran de wiha axivî: “Berîya meha tebaxê di nexweşxaneya me de tixtorên ûrûlojî, serwîsa nexweşîyan ya zarokan, cerrahîya giştî, nexweşiyên derveyî, zayîna jin, KBB, çav û orotpedî hebû. Lê piştî van bûyeran hemû îstîfa kirin.”
Demîr her wiha destnîşan kir ku di van 3 rojên dawî de ji ber qewimîne bûyeran 3 doxtorên din jî îstîfa kirine û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berîya bûyeran nêzî 50 kes li nexweşxanê dişixulîn. Lê ji ber bûyeran yek bi yek îstîfa kirin û navçê terk kirin. Niha li nexweşxanê tenê doxtorekî ku Cerrahê Giştî ye li nexweşxanê dixebite.(ÎLKHA)