Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Navend a Batmanê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya niviskî de hat gotin ku di şûna veguhestina sanduqan de wê sanduq werin yek kirin. Li gorî vê daxuyaniyê dê li Êlihê di 8 taxan de bi tevahî 94 sanduq wê werin yek kirin.
Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku di Hilbijartina Giştî ya Parlementerê ya 1ê sarmawazê de veguhestina sanduqan tune. Di şûna vê de li 8 taxan bi tevahî yek kirina 94 sanduqan heye.
Di biryara ku hat dayîn de di taxên Petrolkent, Yavuz Selîm, GAP, Pazaryerî, Seyîtler, 19 Mayis, Belde û Petrol de bi tevahî 94 sanduq wê were yek kirin. (ÎLKHA)