Li Siwêrekê di derdora şefeqê de serdegirtin li hinek navnîşanan hat kirin. Hat iddîakirin ku di serdegirtinê de 9 kesên ku tê îddîakirin têkilîya wan bi DAÎŞê re heye hatin binçav kirin.
Kesên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tendirûstîyê ji bo pirsyariyê wan şandin Midûrtîya Ewletîya Rihayê. Hat ragihandin ku ev serdegirtinên ku hatine kirin dumahîya serdegirtinên ku rojên berê li navçê hatibûn kirine.
Dawîya heftîya borî bi hinceta DAÎŞê giştê navçeyê serdegirtin hatibûn kirin. Di encama serdegirtinan de 11 kes hatibûn binçav kirin. Ji van 11 kesan 5 kes hatibûn girtin.(ÎLKHA)