Di derbarê Serokê Baroya Diyarbekir Tahîr Elçî de ji ber ‘Kirina propagandaya rêxistina terorê’  tehqîqet hat destpêkirin.

Tahîr Elçî li televîzyoneke taybet de beşdarî bernameyekî bûbû û di bernameyê de destnîşan kiribû ku ‘Her çiqas hinek çalakî bi beşa terorê de bin jî PKK rêxistineke sîyasî ya çekdarî ye.’ Li ser van gotinên Tahîr Elçî  Wekîlê Serdozgerê Komerê ya Bakirkoyê Îdrîs Kurt  di derheqê Serokê Baroya Diyarbekir Tahîr Elçî de ji ber sûca ‘Kirina propagandaya rêxistina terorê’ lêpirsîn da destpêkirin.(ÎLKHA)