Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin Walîtîya Batmanê bi emrê Wezareta Karên Navxweyî Serokê Şaredarîya Êlihê Sabrî Ozdemîr, Serokê Şaredarîya Qûbînê Mustafa Ozturk û Serokê Şaredarîya Îkîkopruyê Osman Karabulut û 3 endamên meclîsê ji peywirê dûr xist.
Her wiha hat diyarkirin di encama lêkolîn û tehqîqeta ku ji teref Mufettîşên Mulkîyê yên Wezareta Karên Navxweyî ve hatîye kirin de raporek hat amadekirin. Di rapora ku hatîye amadekirin de hat ragihandin ji şaredarîya Êlihê 17 , ji Şaredarîya Girê Sîra 1 û ji Şaredarîya Îkîkopruyê jî 1 tevde 19 endamên meclîsê ji peywirê hatine dûrxistin.
Hat hînbûn sedema dûr xistina ji peywirê daxuyandina qerara xwerêvebirinê ya ku li gor talîmatên PKK/KCKê di 15 tebaxê de li Taxa Baglarê hatîye daxuyandine. (ÎLKHA)