Di behra ku di sînorên Yewnanîstanê dimîne de qayîkê ku 24 penaber tê de bûn  noq bû, di encama noqbûnê de yek jê pîrek 2 zarok tevde 3 kes jiyana xwe ji dest dan.

Di derbarê bûyera ku pêk hatîye de ji teref Fermandarîya Ewletîyê ya Peravê ve hat ragihandin  ji wan re îxbara noqbûnê hatîye kirin û ji wan alîkarî hatîye  telebkirin.

Li ser îxbara ku hat kirin Ewletîya Peravê ya Tirkîyê û ya Yewnanîstanê çûne cihê bûyerê. Di encama xebatên ku hatin kirin de 11 mêr, 4 jin û 6 zarok tevde 21 penaber ji noqbûnê hatin xelaskirin.

Li gor agahîyên ku ji penaberan hatine wergirtin ew di qayîkê de tevde 24 kes bûn û 3 kesên ku bi wan re bûn di behrê de xerq bûn.(ÎLKHA)