Li Diyarbekirê ji ber ku şaredarî paqijîyê nake li hinek navçe û taxan lodên çopê çêbûn. Ji ber nekirina paqijîyê û kombûna lodên çopan xelk û dikandarên derdorê ji vê rewşê re bertek nîşan dan.

Xelkê derdorê di derbarê lodên çopan de destnîşan kirin ku çop him dibin sedema nexweşîyan û him jî derdorê qirêj dikin. Xelkê derdorê ji ber nepaqijîyê destnîşan kirin ku lodên çopan dibin sedema nexweşîyan.

Ji dikandarên derdorê Şeyhmuz T. û Murad H. jî destnîşan kirin ku ji ber çopan ew him aciz dibin û him jî dibe sedam ku îşên wan nebe.Her wiha xelk û dikandar destnîşan kirin şaredarî  bi pereyên xelkê dixebitî û di ser de jî xizmetê nake.

Her wiha hat dîtin hinek wesayîtên çopê  di bûyeran de ji bo girtina rê de hatine bikaranîn.(ÎLKHA)