Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin Fermandarîya Cendirmê ya Bajêr li gor îfadeyên PKKyîyên ku teslîm bûbûn li navçeyên Patnos û Dutaxê li dijî endamên PKKê operasyon kir. Operasyon di heman demê de li 5 navnîşanan hat kirin.Di encama operasyonên ku hatin kirin de tevlî Serokê Navçeya Dutaxê ya DBPê tevde 5 kes hatin binçavkirin.
5 kesên ku hatibûn binçavkirin piştî muameleyên cendirmê ji mehkemê re hatin sewqkirin. Serokê Navçeya Dutaxê ya DBPê Bulent Ogul û Abdullah Demîr ji ber ji PKKê re kirina alîkarîyê hatin tewqîfkirin. 3 kesên din jî hatin serbestberdan.
Di operasyonên ku hatin kirin de 3 tifingên nêçîrê yên bêrûxset û belge hatin zeftkirin.(ÎLKHA)