Rayedarekî ABDyî di derbarê êrîşa ku ji teref Rûsya ve hatîye lidarxistin de ji CNNê re axivî û destnîşan kir ku Rûsya li nêzî bajarê Humusa Sûrî  êrîşa hewayî li dar xistîye.

Serokê Îdareya Kremlînê  Sergey Îvanov jî di derbarê mijarê de destnîşan kir ku Rûsya ji ber daxwaza  Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed li dijî IŞÎDê operasyonên hewayî wê li dar bixe.(ÎLKHA)