Li ser rêya Êlih û Kozlukê mayîna ku berî niha hatibû bicihkirin di dema derbasbûna wesayîta polêsan de hat teqandin.Di encama teqandinê 1 jê polês tevde 3 kes jiyana  xwe ji dest dan û her wiha 4 jê polês tevde 7 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin  li ser rêya Êlih û Kozlukê nêzî gundê Samanyoluyê  îxbara qamyona bombebarkirî hat kirin. Ji ber îxbara ku hat kirin wesayîta bizirx a polêsan çû cihê bûyerê. Dema çûyîna polêsan de teqemenîya  ku berî niha hatibû bicihkirin hat teqandin.

Di encama teqînê de  polêsê bi navê Nedîm Erbay û kesên sivîl ên binavê Hamdullah Aydin û Mehmet Nurî Aydin jiyana xwe ji dest dan û 4 jê polês tevde 7 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin piştî teqînê  di encama şerê ku di navbera polês û PKKyîyan derket de 2 PKKyî hatine kuştin.

Li gor agahîyan tedawîya kesên ku di teqînê de birîndar bûbûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Batmanê hê jî didome.(ÎLKHA)