Yetîm-Dera Ewrûpa bi alîkarîya Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Tarsûsê li giştê navçê ji kesên ku rewşa wan nebaş bû û ji kesên sêwî û êtîm re alîkarîya cilan kir.

Ji rayedarên Cemîyeta Mustezafan a Şaxa Tarsûsê Mustafa Erdînç di derbarê alîkarîyên ku hatine kirin de wiha axivî: “Bi wesîleya kampanyaya ku ji teref Yetîm-Dera Ewrûpa ve hatibû destpêkirin me li Tarsûsê alîkarîya 30 malbatên êtîm kir.Xwedê Teala ji wan kesên ku ji van xêran re bûne wesîle razî be.”(ÎLKHA)