Serokê Navçê ya Cizîrê ya HUDA PARê Ahmet Elçîn xeberên provakatîv ên ku ji teref çapemenî û sîteyên xeberan  ên ku nêzî PKKê ne ve di derheqê Maruf Gozunguyê ku dema diçû mala xwe di naveyna şer de de mabû û birîndar bûbû de hatibûn nivîsandin tekzîb kir.

Ahmet Elçîn di derbarê mijarê de wiha got: “Îro li Cizîrê şerek derket. Maruf Gozunguyê dema ku diçû mala xwe di naveyna şer de ma û birîndar bû. Lê belê di hinek sîteyên xeberan de bizanabûn nivîsandin ku Maruf Gozungu bi êrîşî terefdarên PKKyî kiriye û birîndar bûye. Ev xeber derew in. Em dibînin ku bi nivîsandina van xeberan bi zanebûn partîyê me  dixin hedefê  û bizanebûn fitne derdixin. Pêwîst e ku hemû kes zanibe  xeberên provokatîv ên mîna van fêde nade tu kesî.Her wiha bila tu kes ji van xeberan bawer meke.”

Di çapemenî û sîteyên xeberan ên ku nêzî PKKê ne de di derheqê Maruf Gozungu de xebera provokatîf wiha hatibû nivîsandin “Endamê HUDA PARê Maruf Gozungu li taxa Nûrê êrîşî terefdarê PKKê kiriye û ji ber ku terefdarên PKKê bersiva êrîşa wî dane di pevçûnê de birîndar bûye.’ (ÎLKHA)