Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin doh êvarî di derdora seat 23.00an de komek PKKyî li Şirnexê êrîşî herêma ku lê esker hebûn kirin.

Kesên PKKyî bi çekên lûle dirêj û bi roketavêjan êrîşî herêma ku esker lê bûn kirin. Piştî êrîşa ku hat kirin re di navbera esker û PKKyîyan de şer derket. Di encama şer de 3 PKKyî hatin kuştin.

Hat ragihandin ku li herêmê hê jî operasyon didomin.(ÎLKHA)