Ji xwendevanên ku li Colemêrgê bi nasnameyên xwe îslamî dihatin naskirin ji teref xwendevanên PKK/HDPyî ve hatibûn revandin. Ji her 2 xwendevanan Îdrîs Dogan hatibû serbest berdan. Lê belê ev bû 88 roj ku hê jî ji Zafer Tekman tu xeber nayê standin.

Her weke ku tê zanîn 2 xwendevanên Zanîngeha Colemêrgê yên ku li derdora xwe bi nasnameyên xwe îslamî dihatin naskirin ji teref xwendevanên CODERê ve ji PKKê re hatibûn teslîmkirin. Ji her 2 xwendavanan Îdrîs Dogan berî vê du heftîyan hatibû serbestberdan; lê belê ev bû 88 roj ku hê jî ji Zafer Tekman  tu xeber nayê standin.

Malbata Zafer Tekmanê ku ji  teref xwendevanên CODERê ve ji PKKê re hatibû teslîmkirin ev bû 88 roj ku hê jî tu xeber jê nayê standin. Malbat, Îdrîs Doganê ku hatibû serbestberdan ziyaret kirin û di derheqê lawên xwe de agahîyan jê wergirtin.

“ Ez û Zafer di heman cihî de lê belê di hucreyên cuda de dihatin girtin”

Mehmet Tekmanê ku kekê Zafer Tekman e di derbarê birayê xwe de ji ÎLKHAyê re axivî û wiha destnîşan kir: “Me ji bona di derheqê birayê xwe de agahîyan werbigrin çûne ziyareta Îdrîs Doganê ku digel birayê min hatibû revandin û dûv re jî hatibû serbest berdan.Lê belê Îdrîs Dogan nexwest ku di derbarê mijarê de bi me re biaxivî. Tenê ji me re got ku ew û Zafer di heman cihî de û di hucreyên cuda de dihatin girtin. Ji xeynî vî tiştî nexwest bi me re bi axivî. Em ji vê derê  bi wesîleya we cardin dibêjin tu sûcê Îdrîs û Zafer  tune bû. Em dixwazin ku çawa  Îdrîs Dogan serbest berdabin bi heman awayî Zafer jî serbest berdin.Heger sûcekê wan hebe ew jî xwedîbûna nasnameya dîndarîyê ye.”

27ê gulanê hatibûn revandin…

Îdrîs Dogan(20) û Zafer Tekmanê(20) ku li Zanîngeha Colemêrgê dixwandin ji teref PKK/HDPyîyan ve hatibûn revandin. Ji xwendevanên ku hatibûn revandin Îdrîs Dogan di dawîya meha tîrmehê de hatibû berdan.Lê belê Zafer Tekman nehat serbest berdan û hê jî di destên wan de ye.

Malbata Tekman ji ber vê yekê destnîşankirin ku ew mitala zarokên xwe dikin û ji rayedaran dixwazin ku demildest zarokên wan were xelaskirin. Malbat ragihand ku tu sûcê zarokên wan tune ye û  li PKK/HDPê re jî bang kir da ku zarokên wan demildest berdin.(ÎLKHA)