Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh êvarî di seat 23.20an de kesên PKKyî bi çekên lûle dirêj û bi roketavêjan êrîşî Qeraqola Jendirmêyan a navçeya Bêtuşebabê kirin. Ji ber êrîşê di navbera esker û PKKyîyan de şer derket. Di encama şer û pevçûnê de serpelek jiyana xwe ji dest da û 4 esker jî birîndar bûn.
Eskerên ku birîndar bûbûn bi helîkopterê birin nexweşxanê.
Hat ragihandin ku ji duh êvarî ve operasyon dest pê kirine û li herêmê hê jî operasyon didomin.(ÎLKHA)