Êrîş li TOMAya ku ji bona ewlehîyê li ber avahîya Serokatîya Bajarê Diyarbekirê ya AK Partîyê disekinî hat kirin.Di êrîşê de polêsek sivik birîndar bû.
Êrîşa bomebeyî li avahîya AK Partîyê hat kirin . Êrîşê de polêsek sivik birîndar bû. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh êvarî kesên nasnameyên wan nediyar 2 heb teqemenîyên ku bi desta hatibûn çekirin avêtin avahîya AK Partîyê ya bajarê Diyarbekirê. Di encama teqîna teqemenîyê de TOMAya ku li ber avahîyê ji bona ewlehîyê rawestîyabû şewitî.
Polêsê ku di êrîşê de birîndar bûbû rakirin nexweşxanê.
Hat ragihandin ku ji ber êrîşa ku hatîye kirin li herêmê operasyoneke berfireh ji teref polêsan ve hat destpêkirin.(ÎLKHA)