Qursên Qur’anê yên ku bi slogana ‘Haydî zarokno em bi Qur’anê re  werin cem hev’ hatibûn vekirin bi dawî bûn. Bi dawîbûna Qursên Qur’anê, zarokan xwestin ku ev qurs her tim berdewam bin.Xwendevanên ku li Qursên Qur’anê ders distandin di derheqê Qursên Qur’anê de fikr û ramanên xwe anîn ziman.

“Heger Qursên Qur’anê zivistanê jî berdewam bikin ez ê cardin werim”

Zarokê bi navê Alî Oner ê ku li Qursê Qurânê perwerdehî distand di derheqê qursan de wiha axivî: “ Camîya ku em lê dersê dibînin gelekî xweş e.Em li vê derê şertên îslam û îmanê hîn dibin.Em dixwazin ku temamê hevalên me werin van camîyan.Ez li vê derê elîfbêtkê hînbûn. Hindik maye ku ez derbasî Qur’anê bibim.Her wiha li vê derê ez îlahîyan û ilmên îslamî jî hînbûm. Heger ev Qursên Qur’anê zivistanê jî vebin ez ê cardin werim.”

 “Me  gelekî zêde ji vir hez kiribû”

Seyyîd Ahmedê ku xwendevanê Qursên Qur’anê bû di derheqê qursan de fikrên xwe wiha anî: “ Ez li vê derê heyata Pêxemberê me hînbûm.Xwezî ev qurs xelas nebûbana. Me gelekî zêde ji vir hez kiribû.Hinek hevalên me yên ku nehatin qursan hebûn. Xwezî ew jî hatibana vê derê û Qur’anê hînbûbana.”

Zarokên din ên ku dihatin Qursên Qur’anê jî her wiha destnîşan kirin ku ew li van qursan gelek tişt hînbûne û ew  dixwazin ku bila qurs her tim vekirîbin.(ÎLKHA)