Di daxuyanîya ku ji teref Walîtîya Diyarbekirê ve hatîye dayîn de hat ragihandin : “Di operasyonên ku bi beşdarbûna polês û cendirmeyan hatibû kirin de 6 kesên ku di nav wan de kesên DBPyî jî hebûn hatin binçavkirin û gelek zêde bombeyên desta,teqemenî û çekên lûle dirêj hatin bidestxistin.”
Hat ragihandin ku di operasyona ku 700 polês û esker beşdarî bûbû de her wiha ev alav û amûr hatin bidestxistin: “3 tifingên otomatik ên nêçîrê, 298 heb berikên tifinga nêçîrê, 439 heb berikên bîxî/kanasê, damançeyek, 53 bombeyên ku bi destan hatine çêkirin, 8 borîyên demîr ên jêkirî, 14 heb alavên bombe, 17 lître madeya kimyasal, 9 heb serikê roketan, amurên ên toz ji bona çêkirina teqemenîyê, 6 heb fîşekên roketavêj, 400 jeb torpîl, bombeya ku bi tupê mitfaxê hatibû hazirkirin,kablo û gelek zêde cil û kinc.”
Di daxuyanîyê de her wiha hat ragihandin ku gelek zêde hendek hatine girtin û gelek zêde bombeyên ku ji bo teqandinê hatibûn amadekirin hatin îmhakirin.(ÎLKHA)