Polês û esker duh êvarî li Semsûrê li gor îxbara ku wergirtibû li dijî kesên PKKyî operasyon dan destpêkirin. Di operasyonên ku hatine kirin de tevde 2 kesên PKKyî hatin kuştin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh êvarî polês û cendirme li heremên ku girêdayî Qeraqola Koçalî ne operasyon kirin. Di operasyonê de bi PKKyîyan re pevçûn derket. Di encama pevçûnê de 2 PKKyî hatin kuştin. Her wiha hat ragihandin ku 4 PKKyî jî bazdan.
Hat diyarkirin ku di şerê ku derket de 2 esker jî birîndar bûn. Eskerên birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)