Şewata ku nêzî Taxa Cumhurîyeta Çinarê derketibû zirar da dîrekên ceyranê û her wiha nîştecihên derdorê bi dûyên xwe nerihet kir.

Şewata ku dest pê kiribû ji ber sedema ba, geş bû û li derdorê belav bû. Ekîbên îtfayê yên ku ji bona tefandina şewatê hatibûn gelekî hewldan da ku berî kelîkê agir bitefînin. Piştî hewldanên dirêj û westanê agirê firêzê hat tefandin.(ÎLKHA)