Hat ragihandin ku kesên PKKyî di nava rojê de li navçeya Norşîna Bidlîsê êrîşa bi bombeyî li Qeymakamtîya Norşînê û Midûrîtîya Ewlekarîyê kirin.

Di derbarê êrîşê de ji teref Walîtîya Bidlîsê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîyê de wiha hat ragihand: “Li navçeya Norşîna Bidlîsê kesên PKKyî êrîşa bombeyî li Qeymakamtî û Midûrîtîya Ewlekarîyê ya Norşînê kirine.”

Hat diyarkirin ku di êrîşa ku hatîye kirin de tu kes ne mirîye ne jî birîndar bûye. Tenê xisara madî li derdorê pêk hatîye.(ÎLKHA)