Kesên PKKyî duh êvarî di seat 22.50an de li navçeya Baglara Diyarbekirê êrîşa çekdarî li Midûrtî ya Ewlekarîyê ya Baglarê kirin.
Di heman demê de polêsan jî bersiva PKKyîyan da. Pevçûn nêzî 15 deqîqeyan berdewam kir.Di encama êrîşa çekdarî ya PKKyîyan de polêsek birîndar bû.Polêsê ku birîndar bûbû bi ambûlansê rakirin nexweşxanê.
Piştî êrîşa çekdarî ya ku hatiye kirin polêsan li herêmê operasyon dan destpêkirin.(ÎLKHA)