Li dijî DBPyîyên ku li navçeya Sûra Diyarbekirê xweserî îlan kiribûn operasyon hatin kirin. Di operasyonên ku hatin kirin de hevserokên Şaredarîya Sûrê ya DBPyî û hevserokê DBPê ya navçê hatin binçavkirin.
Di operasyonên ku di heman demê de ji teref polêsan ve hat kirin de Hevserokên Şaredarîya Sûrê Seyîd Narîn, Fatma Şik Barut, Hevserokê navçeya Sûrê ya DBPê Alî Riza Çîçek û xebetkara meclîsa DBPê Guneş Olmez hatin binçavkirin.
Hat hînbûn di operasyonê de her wiha gelek zêde DBPyî hatine binçavkirin.(ÎLKHA)