Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin pevçûn duh êvarî li Taxa Tunaya Esenlarê çêbû. 15 kesên PKKyî yên ku rûyên wan nixûmandîbû bi molotofan êrîşî polêsan kirin. Ji ber vê yekê di nevbera polês û PKKyîyan de şer derket. Di şerê ku di nevbera polês û PKKyîyan derket de kesekî PKKyî mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin piştî êrîşa ku hatîye kirin re polêsan li herêmê operasyoneke mezin dane destpêkirin.(ÎLKHA)