Li Farqînê duh êvarî ji seat 01.00an ve  derketina derve hatibû qedexekirin. Bi qedexekirina derketina derve li taxên Tekel, Konak û Selahattînê şer dest pê kirin.

Li nava taxan di navbera PKKyîyên ku di destên wan de çekên lûle dirêj hebûn û di navbera  polêsan de şer derket.

Hat ragihandin di encama operasyonên ku hatine kirin de şer derket û di encama şer de şexsekî ku PKKyî tê îddîakirin hat kuştin û şexsek jî birîndar bû.

Hat hînbûn ku li navçê xelk xwe kişandine malên xwe û her wiha li navçê şebekeyên GSMê û înternetê jî qutbûne.Her wiha li hinek taxan jî av jî nahêrikin.(ÎLKHA)