Li 170 Qursên Qur’anê yên ku li navenda Tatwanê û li gundên Tatwanê ji teref Miftîtîya navçê ve hatibûn vekirin de tevda 3 hezar û 770 xwendevan perwerdehî dîtin.
Qeymekama Tatwanê Murat Erkan di derbarê Qursên Qur’anê yên ku ji teref miftîtîyê ve hatibûn vekirin de destnîşan kir ku Qursên Qur’anê yên Havînê 22ê hezîranê dest bi dersan kirine û vê heftîyê bi dawî bûne.
Qeymekam Erkan, axavtina xwe ya di derbara qursan de wiha da domandin: “Li van qursan ji zarokan re exlaqa baş û Qur’ana Kerîm hat hînkirin.Her wiha ji xeynî van di warê mijarên dînî de jî ders ji zarokan re hat dayîn. Ev armanç û hedefên me bûn. ji ber vê yekê di van qursan de him dersa Qur’ana Kerîm hat dayîn û him jî îbadet, exlaqa baş, sîyer û dersên îtîkadên jî hat dayîn.”(ÎLKHA)