Qeza li Taxa Fatîhê li nêzî Lîseya Anadoluya Fatîhê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin duh di derdora 15.an de erebeya bi plakaya 21 TJ 059 û erebeya bi plakaya 34 EK 4473 li Taxa Fatîhê li hev qelibîn. Ji ber qelibînê erebeyek kete hewşa xanîyekî.
Di qezayê de 2 kes birîndar bûn. Ji kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn Melîk Mujdecî bi ambulansa ku hate cihê qezayê birin nexweşxanê. Kesê birîndar ê ku navê wî nayê zanîn li ser piyan di nava ambulansê de hat tedawîkirin.
Di derbara qezaya ku pêk hatîye de tehqîqet hat destpêkirin.(ÎLKHA)