Bombeyên ku hatibûn bicihkirin li ser îxbara ku hate kirin hatin îmhakirin.

Di derbarê  mijarê de ji teref Serfendarîyê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “ 16ê tebaxa 2015an di seat 11.00an de bombeyên ku li herêma navçeya Patnosa Agirî hatine tesbîtkirin hatin îmhakirin.”

Hat diyarkirin ku di heman rojê de jî di seat 06.00an de li ser îxbara ku hat kirin bombeya ku li herêma navçeya Dîyadîna Agirî li ber xeta borîya BOTAŞê di bin axê de hatibû bicihkirin jî hat îmhakirin.(ÎLKHA)